Tirkiye - Ji pîlot re gotin “terorîst” û ew perritandin!

29-08-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Derket holê ku li bajarê Konya yê Tirkiyê, pîlotekî Tirk bi hêceta ku “endamê PKKê ye!” ji aliyê bi dehan welatî ve hatiye kutan.

 

Li Tirkiyê, roj bi roj şer û pevçûn di navbera hêzên Tirk û gerîlayên PKKê de zêdetir û gurrtir dibe, li aliyê din li nav civakê de jî hêrsa li dijî kurdan zêde dibe.

 

Li gorî nûçeya rojnameya Tarafê, şeva 20ê vê mehê li bajarê Konyayê, pîlotekî Tirk ji aliyê bi dehan kes ve hatibû kutan û hêzên polîs ew pîlot bi zorê ji nav destê welatiyan xilas kiribûn.

 

Li gorî nûçeyê, bûyer bi vî rengî qewimîbû: Dema ew pîlot ji 2 kesan, ku tê gotin mest bûne, adresta cihekî dipirse, ew du kes êrişî wî pîlotî dikin û hawar dikin û dibêjin, ev zilam “terorîstê PKKê ye!”.

 

Piştî wê, bi dehan kes êrişî pîlot dikin û wî diperritînin. Her çiqas pîlot nasnameya xwe nîşanî wan dide û qîrr dike û dibêje, ez pîlot im lê ti kes guh nade wî.

 

Hat gotin ku di wê bûyerê de ser û pozê pîlot şikestibû û ji hişê xwe çûbû, ji ber wê jî rakiribûn nexweşxanê.

 

Li gorî medyaya Tirkiyê, 2 kes bi tohmeta lêdana wî pîlotî hatine girtin. Yek ji wan kesan di lêpirsînê de gotiye, wî pîlotî siloganên “Bijî Kurdistan” û “Bijî Apo” avêt ji ber wê me lêda. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst