Karkerên Kurd nanê xwe ji agir derdixin

Duh li 12:23
RÛDAW
Nîşan Karkerên Kurd Qeyserî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Karkerên Kurd ên ji bajarên Amed û Mêrdînê çûne bajarê Qeyseriyê yê Tirkiyeyê di bin şert û mercên zehmet de debara malbatên xwe dikin.

Karkerên Kurd, li daristanê darên berûyan dibirin û bi rêbazên kevneşopî 4-5 hefteyan di argûnan de dişewitînin û dikin komir.

Her qonaxeke amadekirina komirê 40 rojan berdewam dike.

Karkerên ku bi malbatî dixebitin behsa zehmetiyên kar dikin.

“Karekî gelekî zehmet e”

Karkerê Amedî Hilmi Ozçelik got, “Hewa pir germ e van deman.

Bi rastî kele-kela germê ye. Di nav toz û axê de ev kar gelekî zehmet e, ne asan e.

Xwêdana eniya te û keda destê te ye. Nêzîkî mehekê berdewam dike.

Bi taybetî di dema şewitandinê de divê tu bi şev û roj li ser bisekinî.”

Karker piştî 5-6 mehan li xerîbiyê dimînin heta demsaleke din vedigerin warê xwe.

“Ez pêşî têm û konê xwe vedidim û piştre diçim malbata xwe tînim”

Karkerê Mêrdînî Zekeriya Tekîn wiha anî ziman, “Dema em tên li vê derê tiştek nîne.

Ez pêşî têm û konê xwe vedidim û piştre diçim malbata xwe tînim. Zarok ji ber dixwînin li Mêrdînê dimînin.

2 mehan em li vir dixebitin û dema dibistan diqedin ez careke din diçim wan tînim. Dema dibistan dest pê dikin ez dîsan wan dibim Mêrdînê.”

Komira êzingan a li vê derê tê berhemanîn bi giştî ji bo manqelê tê bikaranîn û li bazara navxweyî tê firotin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji sedî 7,6ê komirê ji êzingan tê çêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst