Wezîrê Îsraîlê Erdogan şiband Sedam, Tirkiyeyê jî bi Hîtler bersiv da

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Îsraîlê Israel Katz bersiva gefên Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan da û got, “Erdogan li pey Saddam Husên diçe.”

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê jî bi peyama Hitler bersiva Îsraîlê da.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan 28ê Tîrmehê li bajarê Rizeyê gef li Îsraîlê xwaribû û gotibû:

“Divê em gelekî bihêz bin ku Îsraîl van tiştan neyîne serê Filîstinê.

Em çawa ketin Karabagê, em çawa ketin Lîbyayê, em dê wekî vê yekê li wan jî bikin.

Ji bo nekirinê ti sedemek nîne. Tenê divê em bihêz bin ku em çi bikin? Em van gavan bavêjin.

Çawa ku em gotinên pêwîst ên têne pêş me ji Îsraîlê re dibêjin û me bazirganiya xwe û pêwendiyên xwe pê re qut kirin.”

“Erdogan li ser şopa Sedam Husên dimeşe”

Erdogan jî li ser şopa Sedam Husên dimeşe û gefa êrişê li Îsraîlê dixwe. Tenê bila ew bi bîr bîne li wir çi qewimî û çawa bi dawî bû.

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Israel Katz heman rojê li ser hesabê xwe yê Xê bi mînaka Serokê berê yê Îraqê Sedam Husên ê ku hatibû bidarvekirin bersiva gefên Erdogan da û got:

“Erdogan jî li ser şopa Sedam Husên dimeşe û gefa êrişê li Îsraîlê dixwe. Tenê bila ew (Erdogan)bi bîr bîne li wir (Îraq) çi qewimî û çawa bi dawî bû.”

Katz di peyama xwe de wêneyên Erdogan û Seddam ligel hevûdu parve kirin.

“Dawiya Hîtler çawa bû dê ya Netanyahu jî wisa be”

Li aliyê din Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê jî bi daxuyaniyeke tund bersiva Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê da û Netanyahu şibande Hitler.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê got: “Çawa ku komkujerê Naziyan hesab da, kesên dixwazin Filîstiniyan tine bikin jî dê hesab bidin.

Hûn dê nikaribin Filîstiniyan tine bikin. Mirovahî dê ligel Filîstiniyan be.

Dawiya komkujer Hitler çawa bû, dê dawiya komkujer Netanyahu jî wisa be.”