Caferî û Şîeyan li Stenbolê şîn girê da: 'Rojeke gelekî zehmet e'

29-07-2023
Rawîn Stêrk
Nîşan Stenbol Caferî Şîe
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Meha Muharemê ku ji bo Şîe, Caferî û Elewiyan meheke şîn û elemê ye bi merasîm û dîdariyên gerandina şîna Îmam Huseyîn û “şehîdên Kerbelayê” ber bi dawiyê ve diçe.

Li gelek welat û gelek bajarên ku ew lê dijîn dîdarên berfireh bi rê ve diçin.

Li Tirkiyeyê jî merasîma herî mezin a şîngirêdanê li Stenbolê bû. Bi deh hezaran Caferî û Şîeyên ku li Tirkiyeyê dijîn li Stenbolê kom bûn û wan şîna Huseyîn û şehîdên Kerbelayê girê da.

Caferiyên ku li Tirkiyeyê dijîn di merasîma herî mezin a aşûreyê û bîranîna şehîdên Kerbelayê de li Stenbolê kom bûn.

“Îmam Huseyîn ne ji bo şer çû wir”

Muhammed Şeranê ku beşdarî merasîmê bû wiha got:

“Beriya hezar û 445 sal ew bûyer çêbû lê hîn berdewam dike. Sedema ku em gelekî bi vê êşê dihisin ew e ku Îmam Huseyîn ne ji bo şer çû wir. Ji bo ku dînê Pêxember îhya bike çû wir.

“Ger ji bo şer biçûya dibe ku me qebûl nekira”

Ger ji bo şer biçûya dibe ku me qebûl nekira. Wî xwest bîdatê ji holê rake û dîn ji nû ve bîne lê tevî malbata xwe hate qetilkirin. Ew bixwe heq e û mesajeke wî hebû ji zalimên re.”

“Dê qanûna Îmam Huseyîn were şopandin”

Feysel Polathan jî amaje pê kir ku berê ne Şîe bûye got:

“Ez berê bixwe ne Şîe bûm, dê û bavê min Şafiî bûn lê piştî ku min xwend û min li dîrokê nêrî min wisa qeneet kir û min niyet anî yanî min go ez êdî Şîe me.

Heta îro hat ku 1384 sal berê bûyera Kerbelayê çêbû. Dê ji wê rojê heta bi roja qiyametê qanûna Îmam Huseyîn were şopandin.”

Îsal di merasîma bîranîn û şînê de siyasî û serokên partiyan nînin.

Li salona li Halkaliya Stenbolê hemû axaftin, mersiye û numayîşên ku têne kirin li hemberî Muaviye û Yezîd in. Li gorî wan her serdemê Yezîdek û Huseyînek her hene.

“Îro ji bo me rojeke gelekî zehmet e”

Zehra Vesîaya ku ji Îranê hatiye got, “Em ji Îranê hatine, Îmam Huseyîn li cem me xwediyê nirxekî mezin e û me ji bo wî ev rê daye ber xwe. Îro ji bo me rojeke gelekî zehmet e”

Sevîm Malkoçê jî wiha got, “Îro rojeke gelekî zehmet e, rojeke bi xem û şîn e. Roja Îmam Huseyîn e. Roja êşê ye.”

Di temamê rêûresma ku bi rê ve diçe de bandora Îranê ji her aliyî ve diyar e.

Li Tirkiyeyê Elewî beşdarî merasîmên Caferiyan nabin

Caferiyên ku li Tirkiyeyê dijîn piraniya wan li Stenbol û Îdirê ne. Bi deh hezaranê wan careke din li heman cihî şîna şehîdên Kerbelayê digerînin.

Li gorî amaran ji sedî 4ê nifûsa Tirkiyeyê Caferî ye ku dike dora 3 milyon kesan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst