Li Antakyayê berhemanîna hevrîşimê dest pê kir

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya navendî ya Antakyayê parêzgeha Hatayê ya Tirkiyeyê, kargehên berhemanîna hewrîşim û cil û bergan dest bi kar kir.

Li Antakyayê berhemanîna hevrîşimê dest pê kir. Teşî di destê jinan de ne û ew gilokên kurmê hevrîşimê dirêsin.

Emel Duman û hevjînê wê di erdhejên 6ê Sibatê de li Antakyaya Hatayê ji bilî hêviyê her tiştê xwe ji dest da.

Dumanan, piştî erdheja li Antakyaya ku bi erdê re bûbû yek, careke din kargeheke berhemanîna hevrîşimê vekir û wan dest bi kar kir.

“Ji ber ku em nemiribûn me alîkariya kesên wek erkekê didît”

Xwediyê Kargeha Hevrîşimê Emel Duman li ser karê xwe got:

“Piştî erdhejê heta du mehan em li tiştekî nefikirîn û me tiştek nekir. Tenê me alîkariya kesên din kir, ji ber ku em nemiribûn me ev tişt wek erkekê dît.

Piştî du mehan me li vê derê dest bi berhemanînê kir û ya herî girîng jî ew bû. Gelek kesan dixwest alîkariya me bikin û ji bo kelûpelan ji me bikirin xwe gihandin me.”

Gilokên rengzer ên taybet ên Hatayê piştî ristinê wek şal û desmal dikevin nav rihêl û cihêzên bûkan.

“Nebûna karkeran pirsgirêka mezin e”

Dîzayner Tugçe Duman got, “Ji her gilokekê di navbera hezar û 400 metre û hezar û 700 metre dezî çêdibe lê ji ber ku kun dibe, mirov nikare bi tenê bikar bîne. Dema 8-9 gilok dibin yek mirov dikare bike dezî.”

Pirsgirêka herî mezin a kargehên Hatayê nebûna karkeran e.

Berî 6ê Sibatê li herêmên erdhejê li 3 hezar kargehên cil û bergan 350 hezar kes dixebitîn.

Li gorî Bernameya Pêşketinê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDP) niha ev hejmar nîvenîv kêm bûye.