Polîsan dîsa rê neda Dayikên Şemiyê, gelek kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Dayikên Şemiyê yên ku xwestin li Qada Galatasarayê ya Stenbolê rûnin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.

Di mudaxaleya polîsan de gelek kes hatin desteserkirin.

Dayikên Şemiyê di hefteya 957emîn de xwest di nav kolanan re xwe bigihînin Qada Galatasarayê lê ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin.

Piştî demekê polîsan mudaxaleyî xwepêşanderan kir û beriya ku bigihijin Qada Galatasarayê hatin desteserkirin.

Dayikên Şemiyê ji sala 1995an û vir ve li Qada Galatasarayê çalakiya rûniştinê li dar dixin lê piştî hewldana derbeya 15ê Tîrmehê meydan li ber Dayikên Şemiyê hat girtin.

Dayikên Şemiyê piştre serî li Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê dabûn û Dadgehê biryara binpêkirina mafan dabû.

Lê belê tevî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn jî polîs destûrê nadin ku Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê bicivin.