Li Akbelenê 18 kes hatin desteserkirin

29-07-2023
RÛDAW
Nîşan Akbelen Birîna Daran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Mîlasê ya parêzgeha Muglayê ya Tirkiyeyê, tevî nerazîbûna gundî û çalakvanan, ji bo berfirehkirina kana komirê birîna daran û wêrankirina daristanê berdewam e.

Polîs û cendirmeyan vê sibehê derdora cihê nobedê ya gundî û çalakvanan dorpêç kir û wan 18 kes desteser kirin.

Polîs û cendirme destûrê nadin ku kes bikeve cihê nobedê û êrişî çalakvan, jîngeparêz û welatiyan dikin ku dixwazin birîna daran bê rawestandin.

Li Akbelenê ya Muglayê çend roj in nobed û berxwedana gundî û çalakvanan berdewam e û kompanyaya kana komirê jî li ser birîna daran rijd e.

Di aloziyan de parêzerên xelkê navçeyê Îsmaîl Hakki Atal û Leyla Bilgen jî di nav de 18 kes hatin desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst