Li Leyla Zanayê doz hate vekirin

29-07-2023
RÛDAW
Nîşan Leyla Zana Doz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Derbarê parlementera berê Leyla Zanayê de bi îdiaya ku "ji dewleta ku bi Tirkiyeyê re şer dike xelat wergirtiye" doz hat vekirin.

Li dijî Leyla Zanayê bi îdiaya ku di dema parlamenteriya xwe de "propagandaya rêxistina terorê kiriye" û "ji dewleta ku bi Tirkiyeyê re şer dike xelat wergirtiye" îdianame hat amadekirin.

Ev îdianame ji aliyê 27emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ve hat qebûlkirin.

Yekemîn rûniştina doza ku li dijî Zanayê hatiye vekirin dê 7ê Îlonê bê dîtin.

Xelatên Leyla Zanayê

Leyla Zanayê sala 1994an “Xelata Thorolf Rafto” ya di warê mafên mirovan de wergirtibû.

Konseya Ewropayê ji ber xebatên wê yên di warê mafên mirovan û aştiyê de sala 1995an “Xelata Raman û Azadiyê ya Sakharov” dabû Leyla Zanayê.

Dîsa sala 1995an “Xelata Aştiyê ya Aachen” û “Xelata Kreisky” û sala 1998an ji Komeleya Mafên Mirovan a Amerîkayê “Madalyaya Serbestiyê” wergirtibû.

Sala 2004an ji Şaredariya Parîsê “Madalyaya Zîv a Bajarê Parîsê” wergirt.

Leyla Zanayê herwiha sala 2010an jî "Madalyaya Barzanî" wergirt.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst