Li Konyayê ji bo malbata Dedeogullari, mewlûd tê xwendin

29-07-2022
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Malbata Dedeogullari Konya Malbata Kurd Mewlûd
A+ A-

Konya (Rûdaw) - Roja 30 Tîrmeha sala borî kesekî bi navê Mehmet Altun li Konyayê ji malbateke Kurd 7 kes kuştibûn. Di yekemîn salvegera vê bûyere de li Konyayê ji aliyê malbata Dedeogullari merasimên bîranînê tên lidarxistin. Di yekem merasimê de li ber derê malbata Dedeogullari mewlûd hate xwendin, roja Şemiyê jî dê li goristana Saraçoglu bernameyeke bîraninê were lidarxistin.

Li ser kushtina 7 endamên malbateke Kurd li bajarê Konyayê salek derbas bû. Rojek beriya yekemin salyada bûyera kushtina malbata Kurd li bajarê Konyayê li ber derê malbatê li taxa Saraçoglu mewlûd hatine xwendin.

Parêzerê malbata Dedeogullari Abdurrahman Karabulut got “Li bajarê Konyayê 7 şehîdên me hene. Malbatê jî weke ihtiramek bo manewiyat û baweriya wan xwastin ku îro mewlûdê bidin xwendin. Sibê jî em dê li goristanê bin û dê careke din mewlûd bê xwendin. Ez jî hevkarên min yên jî em dê hem li vê dinyayê hem jî dinyaya din parastina mafê vê malbatê bikin.”

Mewlûdê de parêzgare bajarê Konyayê, qaymeqamê navceya Karatayê, miftiyê konyayê, berpirsên asayîşa Konya û Karatayê û kesûkarên malbate Dedeogullari beşdar bûn.

Miftiyê konyayê Doç.Dr. Alî Oge diyar kir “Xwedê teala careke din wan rojên nexweş neyne serê me. Em li bajarê konyayê Hemû pêkhate bi hev re weke bira dijîn. Di rojên xweş û nexweş de, di şahî û şîniyan de em bi hev re ez spasiya wan kesan dikim yên ku ji pêkvejiyanê kar dikin.”

Roja 30  tîrmeha sala borî kesekî bı navê Mehmet Altun ji malbateke Kurd Yaşar Dedeogullari, Îpek Dedeogullari, zarokên wan Serap, Sibel, Serpil, Metin û Barış Dedeoğlu kuştibun. Ji bo biranina buyere roja şemiyê dê li goristana Saraçoğlu bernameyeke bîraninê were lidarxistin 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst