Wezîrê Daristanan ê Tirkiyê: Li 17 bajaran 58 şewat derketin

Hewlêr (Rûdaw)-  Wezîrê Cotkarî û Daristanan ê Tirkiyê ragihand ku li 17 bajaran bi giştî 58 şewat derketine û heta niha 38 hatine kontrolkirin û şewatên li 7 bajaran jî berdewam in. Erdogan jî ragihand ku wan hemû derfetên xwe seferber kirine.

Wezîrê Cotkarî û Daristanan ê Tirkiyê Bekîr Pakdemîrlî, li gel Wezîrê Derve Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Jîngeh û Bajarvaniyê Murat Kurum, li Navenda Rêveberiyê ya Şewata Daristanan a li Antalyayê, bersiva pirsên rojnamevanan dan.

Wezîrê Cotkarî û Daristanan ê Tirkiyê Bekîr Pakdemîrlî, eşkere kir ku di van çend rojên dawî de 58 şewat li daristanên navçeyên ciyawaz derketine û got, ew bi 3 firoke, 38 helîkopter, 472 wesayîtên agir vemirandinê û 4 hezar karmendan hewl didin hemû şewatan kontrol bikin.

Derbarê ziyanên şewatan de jî Pakdemîrlî diyar kir ku li gor zanyariyên wan ên destpêkê, 150 dewar, 1000 pez, 6 hezar donim zevî û 500 donim sera ku piranî mûz bûn, ziyan dîtine.

Wezîrê navborî ragihand, rojên 28-29ê 58 şewat li daristanan derketine û wan heta niha 38 kontrol kirine û herwiha diyar kir, “şewatên li herêmên Karaîsali, Pos, Kozan, Sariçam, Ceyhan û Feke yên Edenê, Kadîrliya Osmaniye, Manavgat, Aksekî, Konyalti li Antalya û herêma Alanya berdewam dikin.”

Bekîr Pakdemîrlî derbarê şewatên li Mersînê jî got, ji duh ve ew şewat berdewam bû û “heta niha li Aydincikê 202 mal hatine valakirin û şewat nehatiye kontrolkirin. Li Sîlîfkeyê jî 600 mal wek tedbîr hatine valakirin. Şewata li Bozyaziyê hat kontrolkirin.”

Herwiha Bekîr Pakdemîrlî got, şewatên li navçeya Emet a Kutayha û yên li Marmarîs, Dîdîm û Guvercînlikê berdewam dikin û got, “Şewata li herêma Antalya tesîr li ser 183 welatiyan kir” û bibîr xist ku di şewatên AMnavgat û Aksekiyê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Wezîrê Cotkarî û Daristanan ê Tirkiyê tekez jî kir ku xebatên wan ên ji bo tomarkirina ziyanên şewatan li wan herêman berdewam dikin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî got, wan hemû hêz û şiyanên xwe seferber kirine ku şewat bên kontrolkirin û pêdawîstiyên hemwelatiyên ziyandîtî û ji cih û watên xwe bûyî bên dabînkirin.

Wezîrê Cotkarî û Daristanan ê Tirkiyê, jibilî kongreya rojnamevanî, li hejmara xwe ya Twiterê jî peyamek belav kir û ragihand, bi giştî li 17 bajaran 58 şewatên daristanê derketine û heta niha 38 şewat hatine kontrolkirin.

Pakdemîrlî got jî, “xebatên me yên ji bo kontrolkirina 20 şewatên li bajarên Edene, Antalya, Qeyserî, Mersîn, Mugla û Osmaniyê berdewam dikin.”

Li aliyê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan jî derbarê şewatên li bajarên ciyawaz ên Tirkiyê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku dewletê hemû derfetên xwe pêşkêş kirine ji bo şewatên li daristanan bên kontrolkirin.