Projeyasaya derbarê torên civakî de li parlamentoya Tirkiyê hat pejirandin

29-07-2020
RÛDAW
Parlamentoya Tirkiyê
Parlamentoya Tirkiyê
Nîşan Parlamentoya Tirkiyê Torên Civakî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Projeyasaya derbarê medya civakî de ku hinek serrastkirin û qedexeyan li xwe digre, li parlamentoya Tirkiyê hat qebûlkirin û bû yasa.

Proje-yasaya derbarê medya civakî de ku AK Partiyê bi piştgiriya MHPê amadekiribû û ji 9 maddeyan pêk tê, ligel rexneyên opozisyonê û beşeke zêde ya civakê, li Civata Giştî ya Parlamentoya Tirkiyê hat qebûlkirin û bû yasa.

Bi vê yasayê, torên civakî yên nûnerên wan li Tirkiyê nebin bi pênc qonaxan tên cezakirin. Torên civakî yên berpirsyariyên xwe neyînin cih heta bi 30 milyon lîre û astengkirina xwegihandinê tên cezakirin. Parlamentoya Tirkiyê jî piştî vê serrastkirina di medya civakî de heta 1ê Cotmehê ket betlaneyê.

Li gor yasaya nû, torên civakî yên rojane zêdeyî 1 milyon şopînerên wan hene divê nûnerekî xwe li Tirkiyê destnîşan bikin.

Nûner eger heta 30 rojan berpirsyariyên xwe wek destnîşankirin û agahdarkirinê neyîne cih ji aliyê Saziya Komunîkasyon û Zanyariyên Teknolojiyê ve bi 10 milyon lîre tê cezakirin. Eger heta 30 rojên din jî neyîne cih, ew ceza dibe 30 milyon lîreyên Tirkî. Cezayê din jî astengirina xwe gihandina torê ye.

Pênc qonaxên cezakirina torên civakî li gor yasayê wiha ne:

- Cezayê pereyan eger di hundirê salekê de were dubarekirin hewqasî din zêde dibe.

- Cezayê di çarçoveya yasayê de tê dayîn eger muxatabê ceza li derveyî welat be ji aliyê Saziya Komunîkasyon û Zanyariyên Teknolojiyê ve tê agahdarkirin.

- Dikare biryara derxistina naverokê bide.

- Kompanyayên medya civakî eger cih destnîşan nekin ji 100 hezarî heta 1 milyon lîreyê Tirkî tê cezakirin.

- Divê kompanyayên medya civakî di hundirê 48 demjimêran de erênî yan nerînî bersiva serlêdanan bide.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst