Li Tirkiyeyê di encama qezayên trafîkê de 31 kes mirin

 

Hewlêr (Rûdaw)- Li Tirkiyeyê du rojên borî de, di qezayan de 31 kes mirin û 236 kes jî birîndar bûn.

 

Li gorî agahiyên ajansan, ji roja erefatê heta niha di qezayên li bajarên Stenbol, Sêwaz, Eskişehir, Elezîz, Afyon, Kayseri, Çankiri, Trabzon û Samsunê çebûyî de 31 kesî jiyana xwe ji dest dane û 236 kes jî birindar bûne.

 

Hat diyarkirin ku sedema qezayan bi piranî ajotina bilez û bêbaliyê ye.

 

Li ber vê, li navçeya Liceya Amedê, di encama qezaya tankerê de hejmara kesên ku mirî gihîşt 20an.

 

22ê Tîrmehe li Liceyê tankereka LPGê ji rê derketibû û qelibî bû. Di encama bûyerê de tanker teqiyabû û agir li derdorê belav bûbû. Hatibû ragihandin ku 70 birîndar hatine dermankirin.

 

Lêpirsîna li ser bûyerê jî didome