Li Mêrsînê qeza: Gelek mirî û birîndar hene

29-06-2024
RÛDAW
Nîşan Qezaya trafîkê Mersîn Silîfke Antalya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Silifkeyê ya parêzgeha Mersînê yê Tirkiyeyê otobusa serwîsa karkeran ji kontrola şofêr derket û çû aliyê din ê rê û li serwîs û otomobîlekê qelibî.

Li gorî zanyariyan, heta niha di bûyerê de 2 kesan canê xwe ji dest da û 35 kes jî birîndar bûn

Herwiha hat ragihandin ku rewşa tenduristiya 2 birîndaran xirab e.

Hat zanîn ku serê sibehê otobusa serwîsa karkeran a bi şofêrtiya Î.K. ku ji aliyê Antalyayê ve ber bi Mersînê ve diçû, ji kontrola şofêr derket û çû aliyê din ê cadeyê.

Li aliyê din ê rê li otomobîlek û serwîseke karkeran qelibî. Di bûyerê de 2 kesan canê xwe ji dest da û 35 kes jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirina acendirme, tîmên tenduristiyê û parastina sivîlan çûn cihê bûyerê.

Dema tîm gehiştin cihê bûyerê wan tespît kir ku çawîşê pispor ê bi navê Bariş Gulçiçek (34) û keseke di otobûsa serwîsa karkeran de ê bi navê İsmailova Ncmannoba (38) li cihê bûyerê canê xwe ji dest da ye.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Silifkeyê û nexweşxaneyên taybet ên herêmê.

Li gorî agahiyên hatine belavkirin derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin û rewşa tenduristî ya 2 birîndaran jî xirab e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst