Bilgin: Xebatên Komîsyona Diyarkirina Mûçeyê dê sibe bigihêjin encamê

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Ewlehiya Civakî û Kar yê Tirkiye piştî civîna Komîsyona Diyarkirina Mûçeyê Kêmane ragihand ku ew li bendê ne ku xebatên komîsyonê sibe bigihêjin encamê.

Komîsyona Diyarkirina Mûçeyê Kêmane, îro 29ê Hezîranê bi nûnerên karker, karsaz û hikûmetê demjimêr 2yê piştî nîvro li Enqere ya paytexta Tirkiye civiyan. Civîn bi serokayetiya Wezîrê Ewlehiya Civakî û  Kar yê Tirkiyê Vedat Bîlgîn dest pê kir. Komîsyona ku ji 15 nûneran pêk tê derbarê mûçeyê kêmane yê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bo 6 mehên dawî yên sala 2022ê gotûbêjkirin.

Wezîrê Ewlehiya civakî û  Kar yê Tirkiye Vedat Bîlgîn piştî civînê, civîneke çapemeniyê saz kir û got ez hêvî dikim ku xebatên komîsyonê dê sibe bigihêjin encamê.

Mûçeyê kêmane sala 2021ê 2 hezar û 825 lîreyê Tirkî bû û meha Çileya 2022ê %50 hatibû zêdekirin û bo 4 hezar 253 lîre hatibû zêdekirin lê nûnerên karkeran dibêjin, li beramber enflasyona bilind qîmeta mûçeyê kêm nema û mûçe di bin rêjeya enflasyonê de ma.

Lewra li gor amarên fermî yên TUIKê meha Gulana 2022ê enflasyona salane gihişte %73.5. Grûpa Lêkolîna Enflasyonê (ENAG) jî dibêje, enflasyona salane bi rêjeya %160.76 bilind bûye.

Ev gotûbêjên di navbera hukûmet û sendîkayên karkeran di demekê de ne Sendîkaya karkeran Turk-Îşê  berî civînê daxuyaniyek belav kir û ragihand, sînorê birçîbûnê 6 hezar û 391 lîre ye û mûçeyê kêmane yê niha 2 hezar û 138 lîre di bin sînorî  birçîbûnê de ye.

Piştî civîna îro ya Komîsyona Diyarkirina Mûçeyê Kêmane, tê çaverêkirin ku sibe mûçeyê kêmane bo 6 mehên dahatû bê eşkerekirin.

Wezîrê Ewlehiya Civakî û Kar yê Vedat Bilgin anî ziman, “Parastina karmendan li beramber enfilasyonê erkê me ye. Em neçar in vê yekê bikin. Di vî warî de amûra herî girîng a di destê me de, diyarkirina ji nû ve ya mûçeyê kêmane ye. Zêdeyî 6 milyon karmendên me mûçeyê kêmane werdigirin. Ev yek ne bi wan tenê sînordarkirî ye. Ev yek dê  li ser dahata ew kesên ku mûçeyê wan ji mûçeyê kêmane zêdetir jî bandoreke erênî bike. Tirkiye heta di berhemanînê de aşitiya civakî pêkneyene pêşveneçe. Heta mezin nebe ber bi pêşve naçe. Heta berhemneyne nepêkan e ku mezin bibe. Wê demê em dê di nav aşitiya civakî de mezin bibin. Em dê bi parvekirinê mezin bibin. Em dê bandorên  nerênî yên aborî û  guvaşa enfilasyonê ya li ser kedkaran rakin. Ez hêvî dikim ku em encameke ku karmendên me û  Tirkiye jê razî  bidest bixin.