Hemû aliyan çav berdane dengên Kurdan

29-06-2022
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Dengên Kurdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mithat Sancar dibêje, ligel nêzîkbûna hilbijartinê partiyên siyasî yên Tirkiyê berê xwe dane Kurdan û dixwazin dengên wan bidest bixin. Sancar behsa wê yekê dike ku rojeva Tirkiyê bûye du beş, HDP li aliyekî û mijarên din li aliyekî. Berê axafttina xwe dide partiyên desthilat û opozisyonê û dibêje, wiha mezanin bi gotinên xweş Kurdan dixapînin.

Hevserokê HDPê Mithat Sancar got “Ligel nêzîkbûna hilbijartinê hejmara wan zêde dibe ku Kurd û HDP tên bîra wan. Ne tenê desthilat vê yekê dike, yên derveyî desthilatê jî berdewam hesabê HDPê dikin. Ew tenê wek hejmar û deng li Kurdan dinêrin. Di demekê em Kurd û wan pêkhateyên HDP nûnertiya wan dike wek hejmar nabînin. Lê wek biker, hêz û aktorên damezrênerê vî welatî dibînin.”

Partiya Gel a Komarî (CHP) yek ji wan partiyan e ku di dema borî de çend caran behsa çareserkirina pirsa Kurd kiriye. Serokê wê partiyê di egera çûna ser desthilatê de, çendîn soz dane bajarên Bakurê Kurdistanê, bi taybetî di sektorên enerjî û çandiniyê de.

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu dibêje “Bi rêya enerjiya rojê ji Rihayê destpê dikin, li şeş bajarên mezin ku Wan û Mêrdînê jî li xwe digrin, belaş û bê pere elektrîkê didin cotkaran. Min soza wê yekê jî daye.”

Berpirsên partiyên Tirkiyê, desthilat û opozisyon, bi girîngî serdana Amed û bajarên din ên Bakurê Kurdistanê dikin. Gelek caran ev yek dibe sedema nîqaşê. Ahmet Davutoglu ku piştî beşdarbûna komxebata Amedê, ji aliyê Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî ve rexne lê hatibû girtin.

Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu got “Mirov şîfaya mirov e birêz Bahçelî, hun ji ber wêya neçûne nav xelkê, wek mînak ji ber wêya neçûne Diyarbekirê, hun nikarin rewşa derûnî ya Kurdan fam bikin.”

Gelek caran pirsa Kurd li nav partiyên Tirkiyê dibe sedema nîqaşê û pirê caran jî berpirsên wan partiyan xwe wek parêzvanên pirsa Kurd pêşan didin, lê belê heta niha yekê ji wan partiyan jî çareserî yan nexşerêyek ranegihandine ku nêzîkê daxwaza Kurdan be. HDP xwe wek nûnerê Kurd dibîne, lê AKP vê yekê red dike û projeyên xwe li Bakurê Kurdistanê wek belgeyeke xemxweriya xwe pêşan dide.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst