Akşener: Tirkiyê tawîz daye Fînland û Swêdê

29-06-2022
RÛDAW
Nîşan Meral Akşener NATO Swêd Fînland Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener got: “Desthilatê bêyî ku gavekê biavêjin endamtiya Swêd û Fînlandê bo NATOyê qebûl kiriye û bi îmzeya ku avêtiye li dijî berjewendiyên welatê me tavîz daye.”

Lûtkeya NATO bi civîn û biryarên xwe yên giring li Madrîda paytexta Spanyayê berdewam e. Di roja yekem a lûtkeyê de, Tirkiye, Swêd û Fînlandê belgeyeke jihevtêgihîştinê îmze kirin û Tirkiyê ragihand ku êdî piştevaniya her du welatan bo endamtiya NATOyê dike.

Lê opozîsyona Tirkiyê, rexneyên tund li biryara hikûmetê digrin û dibêjin, daxwazên Tirkiyê bi cih nehatina û Tirkiyê karta NATOyê li beramber wan welatan jidest daye.

Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener îro 29ê Hezîranê di civîna partiya xwe ya li parlamentoyê de axifî û rexne li hikûmetê girtin.

Meral Akşener got “Duh êvarî me zanî ku hikûmeta AK Partiyê îhtirazên xwe yên derbarê serlêdana Swêd û Fînlandiyayê ya ji bo endamtiya NATOyê paşve kişandiye û dê piştgiriyê bide endamtiya wan. Di 25ê Gulanê de, berî mehekê, me gotibû ku di vî warî de du pêşaniyên welatî me hene. Ji van ya yekem

Ew e ku li hember siyaseta derve ya êrîşkar a Rûsyaya Pûtîn bi qasî ku pêkan be xurtkirina hevalbendiya NATOyê ye. pêşaniya me ya duyem jî bi hemû pêkhateyên xwe bi tevahî tinekirina PKK’ê ji axa Ewropayê bû. Lêbelê, şeva çûyî wisa dixuye ku ew ji pêkanîna hêviyên me yên li ser van mijarên pir bingehîn dûr e.”

Seroka ÎYÎ Partiyê di beşeke din a axavtina xwe de wiha dibêje “Tiştê girîng ew bû ku ev her du welat, ji bo hebûna PKKê ya li welatên wan gavên berçav biavêtana. Desthilatê bêyî gaveke diyar biavêje endamtiya Swêd û Finlandê bo NATOyê qebûl kiriye û bi îmzeya ku avêtiye li dijî berjewendiyên welatê me tavîz daye. Ji ber li gor nivîsa jihevtêgihiştinê ji bo sozên ku hatine dayîn mekanîzmaya sê alî piştî ku Swêd û Finland bibin endamê NATOyê dê destpê bike, ne berî wê. Ango eger ev mekanîzma kar neke, dê Tirkiye karta NATOyê ya di destê xwe de wenda bike û dê bi vî awayî îtirazên xwe berdewam bike û neçar bimîne li muxataban bigere ku doza xwe ya mafdar ji wan re bêje.”

Akşener di berdewamiya axavtina xwe de wiha got “Her çiqas xapandin û xapandin ji bo birêz Erdogan û hevalên wî adetên asayî be jî, ev rewş ji bo miletê tirk nayê qebûlkirin. Mijara duyemîn jî ew e ku têkiliya ku welatê me di navbera PKK û YPG-PYDê de çêkiriye, di metna bîrnameyê de bi baldarî ji hev hatiye veqetandin. Di polîtîkaya dewleta Tirkiyê de YPG-PYD û PKK heman tişt tin, ango heman guliyên dara bi jehr in. Lêbelê pêncemîn paragrafa metna peymanê de PKK wek rêxistineke tororê tê din, YPG û PYD weke gefên berjewendiyên netewî yên li ser Tirkiyê tên pênasekirin. Wekî din, dema ku Swêd û Fînlandê soz didin ku dê fînansekirin û beşdarbûna mîlîtanan a rêxistinên terorîst kontrol bikin, dîsa paragrafa 5emîn tê destnîşan kirin. Y PYD û YPG li derveyî vê yekê ne ango alîkariya diravî ya ji bo PYD-YPGê li derveyî çarçoveya peymanê tên hiştin. Weke her car, axaftinên li ser kursiyê ji perdeya jorîn hatin avêtin dixuye ku dîsa li ser maseya muzakereyê bi tawîzan bidawî dibe. Dîsa ji bo berjewendiyên welatê me firsendeke pir girîng e xuya ye ku birêz Erdogan ji bo ku siyaseta derve bo siyaseta navxweyî bike malzemeyek ji dest çûye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst