Dadgeha Destûrê serlêdana Komkujiya Sêwazê paş xist

29-06-2021
RÛDAW
Nîşan Sêwaz Madimak Komkujî Dadgeha Destûrê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê piştî derbasbûna 7 salan di ser tomarkirina doza derbarê dosyeya Komkujiya Sêwazê de, ku îro civiya, nirxandina serlêdanê paş xist.

Parêzerên doza Komkujiya Sêwazê sala 2014an bi hinceta ku “Bandora qonaxa yasayî ya birêveçûna dozê nîne” serî li Dadgeha Destûrî ya Tirkiyê dabûn.

Dadgeha Destûrî ya Tirkiyê îro Sêşembê 29ê Hezîrana 2021ê piştî derbasbûna 7 salan di ser tomarkirina doza derbarê dosya Komkujiya Sêwazê de, civiya. Parêzera Dosyayê û Parlamentera berê ya CHPê Şenal Sarihan ragihand ku li benda wê yekê ne Dadgeha Destûrî biryareke erênî derbarê dosyayê de bide û binpêkirinên yasayî bibîne.

Beşa Duyemîn a Dadgeha Destûra Bingehîn di civîna rojeva îro de serlêdan nîqaş kir. Di civînê de, biryar hate girtin ku serlêdan were paşxistin. Dê serlêdan paşê were nirxandin.

Nêzîka 28 sal berî niha, 2ê Temûza 1993an li bajarê Sêwazê yê Bakurê Kurdistanê komkujiyek hat kirin, ku niştecihên wê hem Elewî û hem Sunne ne. Wê demê komeleyên Elewiyan, kesayetî, şaîr, rewşenbîr û nivîskarên Elewî dixwestin beşdarî Festîvala Pîr Sultan Abdal bibin. Rojek berê bi rêya çapemeniyê propagandeyek dijî wan hatibû kirin.

Roja duyem Hotel Madimak ku ew kesayetiyên Elewî têde bûn hat dorpêçkirin û agir bi hotelê xistin. Komkujiya Sêwazê ji aliyê Îslamiyên radîkal ve hat kirin. Hotel bi tevahî hat şewitandin, 37 kes hatin kuştin ku 33 ji wan rewşenbîr, şaîr, hunermend û nivîskarên Elewî, du karmendên hotelê û du ji êrîşkeran bûn.

Îna bê 2ê Temûzê 28 sal di ser Komkujiya Sêwazê re derbas dibin. Encamderên komkujiyê nehatin dadgehkirin û piştî derbasbûna 20 salan, ji ber derbasbûna demê, 13ê Adara 2021ê dosye hat girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst