Abdullah Gul: Ev rewşa li Tirkiyê cihê dilgiraniyê ye

Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê berê yê Tirkiyê, Abdullah Gul çend rexneyan li Hikûmeta Tirkiyê digire û dibêje: “Divê Tirkiye bikeve ser riyeke azadîxwaz. Divê ev yek di demeke kurt de cîbicî bibe ” Gul herwiha dilgiraniya xwe li hember rewşa aboriya Tirkiyê tîne ziman û tekez dike: “Ji bo weberhênan û bazirganiyê siyaseteke wiha bê birêvebirin ku baweriyê bide xelkê.”

Abdullah Gul ragihand, ji bo siyaseteke demdirêj divê dewletek ku asta demokrasî û hiqûqa wê bilind e were avakirin. Ji bo vê jî divê mirov ji guhertina yasaya bingehîn destpê bike.

Divê Tirkiye xwe ji têgeha dewleta partiyê dûr bigre

Serokomarê berê yê Tirkiyê herwiha diyar dike ku pêwîst e Tirkiyê xwe ji têgeha dewleta partiyê dûr bigre û di zûtirîn dem de xwe ji vê rewşê rizgar bike. Divê hikûmet rûyê çareserî û aramiyê nîşanî xelkê bide û li gorî pêwîstiyên xelkê tev bigere.

Rewşa aboriya Tirkiyê cihê dilgiraniyê ye

Abdullah Gul ji rewşa aboriya Tirkiyê jî dilgiraniya xwe tîne ziman û dide, zanîn ku di siyaseta Tirkiyê de stratejiyeke demdirêj û pisporane kêm e.

Gul amaje bi wê yekê dike, ku amarên aboriyê nîşan didin ku rewşa aboriya Tirkiyê cihê dilgiraniyê ye û destnîşan dike, “Ji bo weberhênan û bazirganiyê siyaseteke wiha bê birêvebirin ku baweriyê bide xelkê.”