ÎZMÎR - Dê û bavê xwe kuştin, xwest xwe jî bikuje

29-05-2024
Nîşan Îzmîr Kuştin Bav
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Torbaliyê ya parêzgeha Îzmîrê ya Tirkiyeyê, kesekî dê û bavê xwe bi çekê kuştin û hewl da bi heman çekê xwe jî bikuje.

Li gorî agahiyan K.Y. çûye malê û ew û dêya xwe Sevilay Yilmaz û bavê xwe Hîkmet Yilmaz ketine qirika hev.

Piştî ku nîqaş gur bûye K.Y. bi demançeyê gule berdane dê û bavê xwe û hewl daye xwe jî bikuje.

Piştî ku cîranên wan xeber da, polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê tesbît kir ku Sevilay Yilmaz û Hîkmet Yilmaz mirine û termên wan rakirin morgê.

K.Y. jî li nexweşxaneyê tê tedawîkirin û metirsî li ser jiyana wî heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst