Li Stenbolê kê çiqas deng wergirtin?

29-05-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor amarên Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiye (YSK) li parêzgeha Stenbolê %100 sindoqên dengdana 28ê Gulanê hilbijartina serokkomariyê hatine vekirin û berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu 5 milyon û 121 hezar û 194 berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayip Erdogan jî 4 milyon û 768 hezar û 658 deng bidestxistine.

Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiye (YSK) 29ê Gulana 2023an amarên dengdana hilbijartina serokkomariyê li parêzgeha Stenbolê eşkere kir. Dengderên Stenbolê li 30 hezar û 849 sindoqan dengên xwe dan.

Li gor amaran li parêzgeha Stenbolê ji 11 milyon û 375 hezar û 616 dengderan 9 milyon û 984 hezar û 159 kes çûne ser sindoqan û ji wan 94 hezar û 307 deng hatine betalkirin.

Li parêzgeha Stenbolê ya 11 milyon û 375 hezar û 616 dengder lê hene di hilbijartina 28ê Gulanê de, 9 milyon û 984 hezar û 159 kesan di 30 hezar û 849 sindoqan de dengê xwe dan. Ji wan dengên ku hatine dayîn Kemal Kiliçdaroglu bi 5 milyon û 121 hezar û 194 dengan ji %51.78 û Recep Tayyip Erdoğan jî bi 4 milyon û 768 hezar û 658 dengan ji % 48,22ê dengan wergirt.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst