Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê mizgeft vedibin

29-05-2020
Nîşan Tirkiye Bakurê Kurdistanê Mizgeft
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê mizgeft piştî du meh û nîvan ji nimêjên bikomî re vedibin.

Hikûmeta Tirkiyeyê hewl dide qedexeyên Koronayê sist bike û jiyanê vegerîne wekî berê.

Di vê çarçoveyê de deriyên mizgeftên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê li gor şert û mercên Koronayê yên hatine diyarkirin ji nimêjên bi komî re careke din vedibin.

Li gor giştînamya Wezareta Navxwe ku ji 81 parêzgeriyan re hatiye şandin, dê li mizgfetan tenê nimêjên înê, nîvro û berêvarê bêne kirin.

Di biryarê de hatiye gotin, ku nimêjên îniyê li nava mizgeftê nayê kirin û dê li hewşên mizgeftan nên kirin. Herwiha divê welatî mask li xwe bikin. Di nimêjên îniyê de gotar (waaz) nayê dan û dê hewl were dayîn ku di zûtirîn dem de bidawî were.

Ji 16 Adarê ve bo rêgirtin li belavbûna vayrusa Korona deriyê Mizgeftan hatibûn girtin.

Serokomarê Tirkiyê, Recep Tayyip Erdogan duh piştî civîna kabîneya xwe ragihand, piştî 1ê Hezîranê qedexeya hatinûçûnê ya di navbera bajaran de bi dawî tê.

Erdogan got: “Fermanberên hikûmetê jî weke berê dê dewama xwe bikin. Herwiha xwaringeh, kafe, şîrînîxane, çayxane, salonên werzîşî û melevangeh û germav, dikarin heta seet 10ê şevê kar bikin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst