Sezgîn Tanrikulu: Bi veguhastina sandoqan dixwazin dengan biguherînin

Amed (Rûdaw) - Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu, li hemberî biryara Desteya Hilbijartinê ya Tirkiyeyê YSK'ê ku cihê sandoqan diguherîne, nerazîbûn nîşan da.

 

Sezgîn Tanrikulu diyar kir, ku dixwazin bi veguhestina sandoqan tercîha xelkê biguherin yan jî encamên ku ji sandoqan dedikevin, biguherînin û wiha got: "Ka we digot me li herêmê ewlehiyê bi cih aniye û aramî aniye wê herêmê? Mademn ku aramî hatiye, hûn çawa bi hinceta ewlehiyê sandoqan vediguhêzin?"

 

Tanrikulu da xuyakirin, hinceta veguhastina cihê sandoqan ji ber sedemên ewlehiyê nerast e û got: “Tu pêwendiya ewlehiyê bi vegûhestina sandoqan re tune ye. Lewre Wezîrê Navxwe, hêj duh got me li wê herêmê aramî bi cih kiriye û herêm bi ewle kiriye. Madem ku we herêmê bi ewle kiriye û aramî aniye herêmê, çawa dibe ku hûn bi hinceta ewlekariyê sandoqan vedigûhêzin. Diyar e ku sedem ne ewlehî ye.”

 

 

Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu wiha axivî:

 

“Vegûhestina sandoqan, cih guhertina wan, di dijî hiqûqê ye, li dijî ewlekariya hilbijartinan e, li dijî hiqûqê ye, li dijî heqaniyetê ye. Tu eleqeya ewlehiyê bi vegûhestina sandoqan re tune ye. Lewre Wezîrê Navxwe, hêj duh got me li wê herêmê aramî bi cih kiriye û herêm bi ewle kiriye. Madem ku we herêmê bi ewle kiriye û aramî aniye herêmê, çawa dibe ku hûn bi hinceta ewlekariyê sandoqan vedigûhêzin. Diyar e ku sedem ne ewlehî ye. Di encamên hilbijartinên berê de diyar e ku hilbijêrên wê herêmê deng dane kîjan partiyê. Wê çaxê dixwazin vê bikin; yan dixwazin hilbijêr neçin ser sandoqan. Yan jî dê bi vegûhestina sandoqan re hewl bidin ku bi zext û zordariyê tercîha hilbijêran biguherin. Yan jî dixwazin bi vê vegûhestinê re dixwazin encamên ku ji van sandoqan derketine biguherînin. Lê çi dibe bila bibe, em dixwazin gelê me biçe ser sandoqan û dengê xwe bidin. Lewre em ê nehêlin ku di sandoqan de tu pirsgirêkeke ewlehiyê derkeve û çi ji destê me tê, em ê bikin.”