Opozîsyona Tirkiyê ji ewlehiya hilbijartinan nîgeran e

29-05-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Tirkiye Bakurê Kurdistanê Hilbijartin Ewlehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê roja 24ê Hezîranê hilbijartinên parlemento û serokomariya Tirkiyê dê were encamdan, Serokê Saziya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê diyar kir ku “divê partiyên ku beşdarî hibijartinan dibin, çavdêriya sindoqan bikin û her partî endamên xwe bişînin ser sindoqan”.

 

Li nav û derveyê Tirkiyê zêdetirî 59 milyon kes xwedî mafê dengdana hilbijartinên 27emîn xula parlementoya Tirkiyê ne.

 

Serokê Saziya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê Sadi Guven dibêje “ji ber ku kesên hilbijartinan dikin û rikesberiya hev dikin partiyên siyasî ne, divê partiyên ku beşdarî hibijartinan dibin, çavdêriya sindoqan bikin û her partî endamên xwe bişînin ser sindoqan”.

 

Tevî ku Saziya Bilind a Hilbijartinan ev biryar daye, lê ji ber hebûna Rewşa Awarte, li Tirkiyê, bi taybetî li Bakurê Kurdistanê bandor li ser pêvajoya hilbijartinan heye.

 

Li gor çavdêrên siyasî, li Bakurê Kurdistanê nêzîkî 270 hezar deng di bin metirsiyê de ne.

 

Egera neşandina sindoqan ji hemû bajar û bajarokên Bakurê Kurdistanê tirs û nîgeranî li cem welatiyan çêkiriye, bi taybetî jî li gel alîgirên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP). Hejmarek ji rêxistin û komeleyên li Bakur, ketine nav tevgerekê daku pêşî li rewşeke bi vî rengî û sextekarî bigrin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst