Li Stenbolê polîsan şkence li penaberekê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şişliyê ya parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyeyê polîsan şkence li penaberekê kir û ew desteser kir.

Li rawestgeha metroyê ya Mecîdiyekoyê doh polîsan penaberek bi zorê desteser kir.

Dîmenên dema desteserkirinê ji aliyê rojnameger Ekîm Veysîoglu ve hatin tomarkirin.

Di dîmenan de diyar dibe ku çend polîsan jinek li erdê nîvtazî kiriye û hewl didin wê desteser bikin.

Polîs nerazîbûn nîşanî Ekîm Veysîoglu didin û ji wî dixwaza nasnameya rojnamegeriyê dikin.

Di encama bûyerê de jina penaber, rojnameger Ekîm Veysîoglu û welatiya bi navê Ekîn Emeksîza ku nerazîbûn nîşanî polîsan da hatin desteserkirin.

Sedema desteserkirin û navê wê penaberê heta niha nayê zanîn.

Ekîn Emeksîz piştî karên îfadeyê hat berdan û dê Ekîm Veysîoglu jî îro bişînin dozgeriyê.