Alî Yerlîkaya: 1ê Gulanê li Taksîmê nayê pîrozkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku 1ê Gulanê li Taksîmê nayê pîrozkirin.

Alî Yerlîkaya got, “Qada Taksîmê ne di nava wan cihan de ye ku ji bo civîn û xwepêşandanan hatine destnîşankirin.”

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya, li Enqereyê li ser 1ê Gulanê Cejna Karkeran civîneke çapemeniyê li dar xist.

“Mafekî demokratîk e lê ji bo Stenbolê rewşeke cuda heye”

Yerlîkaya li ser sedema qedexeya li Taksîmê got:

“Mafê civîn û xwepêşandanan mafekî demokratîk e lê ji bo Stenbolê rewşeke cuda heye.

Qada Taksîmê ne di nava wan cihan de ye ku ji bo civîn û xwepêşandanan hatine destnîşankirin.

Heta niha ji 55 bajarên me ji bo 103 çalakiyên cuda serlêdan hatiye kirin. Me destûr daye hemûyan.

Li seranserê Stenbolê 40 cih û deverên cuda hatine ragihandin lê îsal hinek sendîka û konfedarasyon bang dikin û dibêjin, ‘Em li Taksîmê hev bibînin’.

Ji wan re hat ragihandin ku dê destûr ji bo vê xwesteka wan dernekeve.

Qada Taksîmê ji bo civîn û xwepêşandanan ne guncav e."