Li Deryaya Egeyê erdhej

Hewlêr (Rûdaw) - Li Deryaya Egeyê saet 07:24an erdhejeke bi hêza 4,2 pileyan çêbû.

Navenda erdhejê 195,27 kîlometreyan dûrî navçeya Datçayê ya Muglayê ye.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) li ser malpera xwe diyar kir ku saet 07:24an li Deryaya Egeyê bi hêza 4,2 pileyan erdhejek çêbû.

AFADê kûrahiya wê jî wekî 9,65 kîlometreyan pîva. 

Hat destnîşankirin ku li gorî tesbîtên destpêkê erdhejê ti zerer negihandiye xelkê.