HDP: Ayten Donmez bi delîlên sexte û dozgerê taybet hatiye girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirov a HDPê ragihand ku berbijêra parlamenteriyê ya Partiya Çep a Kesk Ayten Donmez bi delîlên sexte û bi biryara dozger û dadgerên taybet hatiye girtin.

Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirov a HDPê roja Şemiyê 29ê Nîsana 2023an derbarê girtina berbijêra Partiya Çep a Kesk Ayten Donmez de daxuyaniyek belav kir.

Li gor daxuyaniya Komîsyona Hiqûqê ya HDPê girtina Ayten Donmez bi delîlên sexte û dozger û dadgerên taybet hatine hilbijartin çêbûye û ligel ku di dosyeya lêpirsînê de biryara veşartîbûnê hebûye bi wêneyên sexte xwestine Donmez tawanbar pêşan bidin.

Komîsyona HDPê derbarê girtina Donmez de 4 pirs kirine û dibêjin wan bi rêya parêzeran daxwaza lêkolîneke serbixwe kirine.

1 - Dosyeke ku li ser biryara veşartîbûnê heye û parêzer jî nikarîbûn bighinê ragihandina nêzîkî we çawa ew zanyarî bidest xistin?

2 - Gelo ev zanyarî ji aliyê wezîrê we yê karên sûc ve ku berbijêra me kiribû armanc hatin şandin?

3 - Ma ne eşkereye ku ev zanyarî ne bi destê dadê, wek plangêriyeke siyasî ji aliyê wezîrê we yê karên sucan ve hatiye rêkxistin?

4 - Dema encamên tomara HTS û zanistan ji aliyê saziyên serbixwe ve bên nirxandin ku niha parêzerên me daxwaz kirine dê heqîqet derbikeve û dê eşkere bibe ku berbijêrê me û ew wêne ne yek e. Di vê rewşê de gelo serokkomar û wezîrê karê sucan û hemû berpirs dê îstîfa bikin?

Ayten Donmez ku ji aliyê Partiya Çep a Keskan ve li Kocaeliyê di rêza 13emîn de wek berbijêra parlamenteriyê hatibû destnîşankirin, li mala xwe ya li navçeya Uskudarê ya Stenbolê hat desteserkirin û piştî karên li Rêveberiya Ewlehiyê ji bo 2emîn Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Stenbolê hat birin û 26ê Nîsana 2023an hat girtin.