Çavuşoglu: Dibe ku di destpêka meha Gulanê de civîneke 4 alî çêbibe

29-04-2023
RÛDAW
Nîşan Mevlut Çavuşoglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li ser hevdîtinên 4 welatan Tirkiye-Rûsya-Sûriye û Îranê diyar kir ku eger heye di nav 10 rojên destpêkê yên meha Gulanê û di asta wezîrên derve yên wan welatan de civînek bê sazkirin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu 28ê Nîsana 2023an beşdarî weşana zindî ya TRTê bû û derbarê peywendiyên Tirkiyê yên derve de axivî.

Çavuşoglu li ser peywendiyên Tirkiye û Sûriyê amaje bi wê yekê da ku heta niha serokên îstîxbaratê yên Tirkiye-Sûriye-Rûsya û Îranê sê caran û wezîrên berevaniyê yên wan welatan jî du caran hevdîtin kirine û carekê jî di asta cîgirên wezîrên derve de civîn pêk hatiye.

Çavuşoglu got, “Ji bo di asta wezîrên derve yên her 4 welatan de civînek çêbibe pêşniyar bo dema 10 rojên destpêka meha Gulanê hatiye kirin. Ev dîrok bo me jî guncav e. Civîn dê li Moskowê çêbibe û piştî Rûsya ligel Sûriyê zelal bike dê dîroka civînê bê eşkere kirin. Lê egereke mezin heye ku di nav 10 rojên destpêka Gulanê di asta wezîrên derve de civîn bê kirin.”

Çavuşoglu dibêje piştî aramiyeke siyasî li Sûriyê bê avakirin divê hemû hêzên ewlekariyê bibin yek û serweriyek çêbibe û bê astekê ku bikaribin rêkeftina Edene bê cîbicîkirin. Çavuşoglu bal kişandiye ser metirsiya ewlekariya neteweyî ya Tirkiyê û dibêje, hem li Sûriye û hem jî li Iraqê PKK ji bo welatê wan gefeke û divê her du welat vê yekê li ber çav bigrin. Çavuşoglu dibêje, “Xwezî Iraq jî PKKê bixe lîsteya terorê û em bi hevre dijî PKKê têbikoşin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst