Li Mêrsînê operasyona 1ê Gulanê

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Ewlekariya Tirkiyê li bajarê Mêrsînê ji bo desteserkirina 12 kesan bi îdiaya ku “endamên rêxistinê ne” û “dê  1ê Gulanê  Roja Cejna Karkeran de hewil bidin çalakiyên neyasayî pêkbînin”, operasyonek da destpêkirin. Li gor zanyariyan heta niha di çarçoveya  operasyonê de kesek hatiye desteserkirin.  

Li gor zanyariyên di medyaya Tirkiyê de belavbûne Tîmên Şaxa Rûbirûbûna Terorê yên Girêdayî Rêveberiya Ewlekariya Mêrsînê, li seranserî bajêr ji bo desteserkirina 12 kesan bi îdiaya ku endamên “Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Partiya Komînîst a Tirkiyê/Çirûsk in” û dê hewil bidin 1ê Gulanê Roja Karkeran de çalakiyên neyasayî bikin,  dest bi operasyonekê kirin.

Hêzên ewlekariyê di çarçoveya operasyonê de bi hevahengiya polîsên tevgera taybet, li bajêr hevdem avêtin ser çend navnîşanan û li taxa Demîrtaş a navçeya Torosê kesek destserkirin.

Hat ragihandin, ji bo desteserkirina kesên din jî kar û xebat berdewam in.