Cezayê Selahattîn Demîrtaş hat pesendkirin

29-04-2021
RÛDAW
Nîşan Selahattîn Demîrtaş Ceza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cezayê 4 sal û 8 mehan yê hevserokê berê yê Partiya Demokratêk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ku di çarçoveya Doza Kobanî de girtiye, di 26ê Nîsanê de ji aliyê Dadgeha Bilind ve hate pesend kirin.

Di derbarê hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Seleheddin Demîrtaş, bi hinceta axaftina wî ya di Newroza  17ê Adara 2013an de ji aliyê  Dadgeha 26em ya Cezayên Giran ya Stenbolê ve 4 sal û 8 meh ceza hatibû dayîn. Ew ceza hate pesend kirin. 

Cîgirê Hevserokê yê Berpirsê desteya hiquq û mafên mirovan yê HDPê Umit Dede di derbarê mijarê de daxuyaniyek da û got: “dana biryarek wiha ya di 26ê Nîsanê de ku di vê dîrokê de doza kumpasê ya Kobanî tê dîtin, beşeke hewldanên tasfiyekirina bi destê darazê ya partî û nûnerên me ye.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de Dede, gotinên Erdogan yên li ser biryara Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê (DMME) ku tê de biryar bû  Demîrtaş demildest were azadkirin, bibîranîn û got “Erdogan gotibû em jî dê hemleya xwe ya li dijî wê bikarbînin û karî biqedînin saziyên darazê jî ev gotin weke talîmat wergirtin û mercên van talîmatan bi cih anîn. Em bi başî dizanin ku nêzîkî 5 salan e dozên kumpasê yên ji aliyê daraza di wesayeta desthilatê de, ji navendekê tên birêvbirin. xebatkarên darazê jî bi talîmatan kar dikin û ligel dadgehê di hevahengiyekê de ne.  Weke ku ji biryara AİHMê jî eşkere dibe ku  biryarên têkildarî Demirtaş siyasî ne. Ev biryarên ku ji aliyê karmendên daraza alîgir ve hatine dan, ji bo me weke ku tune ne. Pesendkirina vî cezayî di 26ê Nîsanê de helbet ne tesadufeke. Em weke HDP dê van bê dadiyan ji xwe re bikin hinceta mezinbûna têkoşîna hiquqî û siyasî. Baweriya me heye ku em dê li hember van xirabiyên rekxistî serbikevin.” 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst