Berî 1ê Gulanê berbest li Stenbolê tên danîn

29-04-2019
RÛDAW
Nîşan Stenbol Berbest Parka Gezî 1ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berî 1ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran, li Meydana Taksîmê ya Stenbolê dest bi tedbîran hat kirin û berbest tên danîn.

 

Di çarçoveya tedbîran de bariyer an berbestên polîsan bo Meydana Taksîmê tên veguhestin û tê çaverê kirin van rojan ew berbest bên danîn daku welatî nikaribin bikevin meydanê.

 

Berbest li derdora Parka Gezî, ber Bîrdariya Komarê ya Taksîmê û destpêka Cadeya Îstiklalê tên danîn.

 

Di 1ê Gulana 1977an de li Meydana Taksîmê dema karkeran cejna xwe pîroz dikirin, alozî derketin û 34 kesan canê xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn. Hinek bi fîşekan hatin kuştin û birîndarkirin û hinek jî di nav qerebalixiyê de fetisîn û birîndar bûn. Ji wê demê ve Meydana Taksîmê bo karkeran bûye wek sembolekê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst