HUDA-PAR û SP: Kurdan berê xwe dane me

Enqere (Rûdaw) - Li gorî rapirsiyan, piştevaniya dengderên Kurd bo AK Partiyê kêm bûye. Niha Partiya Saadetê û Partiya Doza Azad HUDA-PAR ji bo ku dengên Kurdên ji AK Partiyê dûr ketine bi dest bixin rikeberiyê dikin. Herdu partî jî îdia dikin ku dengderên Kurd berê xwe danê partiyên wan.

 

Piraniya Kurdên Bakurê Kurdistanê di hilbijartinên berê de dengên xwe didan Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî).

 

Li gorî rapirsiyan ji ber politikayên dawî yên hikûmetê yên li hemberî Kurdan û îtifaqa bi Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) re piştevaniya Kurdan bo AK Partiyê  kêm kiriye. Gelek şirovekar dibejin hinek ji wan Kurdan dê piştgiriyê bidin HDPê, lê ji ber ku ew mihefazakar in piraniya wan dê nêzikî Partiya Saadetê an jî HUDA-PARê bin.

 

Sekreterê Giştî yê HUDAPARê Şehzade Demir ji Rûdawê re ragihand: “Pirsgirêka gelê Kurd, halî hazir dijî Xwedê ye. Ji ber çareserkirina wê ti gav nehatin avêtin. AK Partî jî di wêya de ti gav neavêtin. Ewqas beyanat û şitexaliyên wan ên hemasî jî derket ku vala ne. Jixwe rewşa partiyên din ên weke HDP jî derket ku ji gelê Kurd re nabine çareserî. Îro li nav gelê Kurd her roj têne pêşiya me dibêjin eger xwediyê vî miletî hebin, hûn in.”

 

Li gorî Partiya Saadetê jî di nava Kurdan de ji partiya wan re eleqeyeke mezin heye. Ji ber wê, Partiya Saadetê giringiyeke taybet dide bajarên Bakurê Kurdistanê.

 

Cîgirê Serokê SPê Atîk Akdag dibêje: “Helwesta Partiya Saadetê ya li hember kêşeya Kurd û kêşeyên herêmê gel aniye wê radeyê ku xelk Partiya Saadetê bi pêş AK Partiyê ve xistiye, belkî bi HDPê re kiriye yeksan jî. Ji aliyê dengdayînê ve Partiya Saadetê hatiye vê astê ji aliyê gel ve. Çavdêriyên me wiha ne. Ji aliyê hilbijartinê ve jî em xebatên li herêmê, yên li bajarên herêmê pir giring dibînin.”

 

Desteya Bilind a Hilbijartinan ragihand ku Partiya Seadetê û HUDA-PAR xwediyê mafê beşdarbûna hilbijartinên 24ê Hezîranê ne.