Li Tirkiyê 3 hezar û 974 karmend ji kar hatin derxistin

Navenda Nûçeyan – Li Tirkiyê du biryarnameyên di hukmê qanunê de hatin belavkirin.

 

Di Rojnameya Fermî ya Tirkiyê de li ser jikarderxistin, girtina  saziyan, vegera ser kar bi hejmarên 689 û 690 du biryarnameyên di hukmê qanunê de hatin weşandin.

 

Li gor van biryarnameyan 3 hezar û 974 karmendên hikûmetê, ji karê xwe hatin derxistin, 731 karmend jî vegeriyan ser karên xwe.

 

Ji gelek wezaret û saziyên fermî karmend ji karên xwe hatin derxistin.

 

Herwiha 18 veqif, 14 komele û 13 saziyên tendirustiyê hatin girtin.

 

59 kes ji xwendekariyê hatin dûrxistin ku ew xwendekar li derveyî Tirkiyê bi alîkariya darayî ya dewletê dixwendin.