RTUKê heta roja hilbijartinan reklamên siyasî qedexe kirin

29-03-2024
RÛDAW
Nîşan Desteya Bilind a Televîzyon û Radyoyê ya Tirkiyeyê (RTUK) Hilbijartin Qedexe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - RTUKê ragihand ku ji îşev demjimêr 23:59an û pê ve heta roja hilbijartinan weşandina  reklamên siyasî li ser televîzyonan qedexe ne.

Welatiyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê roja Yekşemê  31ê Adara 2024an ji bo hilbijartinên xwecihî diçin ser sindoqan.

Di hilbijartinan de serokên şaredariyên bajarên mezin û bajaran, endamên encûmena şaredariyan, muxtar û endamên desteya rîspiyan tên hilbijartin.

Desteya Bilind a Televîzyon û Radyoyê ya Tirkiyeyê (RTUK) ragihand ku ji ber hilbijartinên xwecihî yên 31ê Adarê îşev ji demjimêr 23:59an û pê ve heta roja hilbijartinan weşandina reklamên siyasî li ser televîzyonan hatine qedexekirin.

Serokê RTUKê Ebubekîr Şahîn li ser hesabê xwe yê tora civakî derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir û got:

“Dostên me yên binirx ên weşanger di çarçoveya biryarên Desteya Bilind a Hilbijartinan de îro demjimêr 23:59an û pê ve heta roja hilbijartinan weşandina reklamên siyasî qedexe ne.

Herwiha ew saziyên medyayî yên xizmetê didin dikarin heta sibe demjimêr 18:00an çalakiyên propagandayê yên devkî, nivîskî û bi dîmen ên berbijêr û partiyên siyasî yên beşdarî hilbijartinan dibin,  biweşînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst