EMEPê biryar da ku di kîjan lîsteyê de beşdarî hilbijartinê bibe

29-03-2023
RÛDAW
Nîşan EMEP Partiya Çep a Kesk Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Kedê (EMEP) ku di nava Hevpeymaniya Ked û Azadiyê de cih digre ragihand ku ewê bi navê Partiya Çep a Kesk beşdarî hilbijartinên Tirkiyê bibe û dê hilbijartinên herî hestyar yên dîroka Tirkiyê bin.

Berê, Partiya Demokratîk a Gelan HDPê, Partiya Karkerên Tirkiyê TİPê û Partiya Kedê EMEP li ser lîsteya hevbeş ya hilbijartinan civiya bûn, EMEP û TİPê ragihandibûn ku ewê bi lîsteya xwe û ala xwe beşdarî hilbijartinan bibin.

Lê niha EMEP biryareke nû da û bi daxwiyaniyekê biryara xwe eşekere kir û ragihand: “Partiya me şert û mercên polîtîk û xebata xwe ya li ser daxwazên gel bi pêşve dibe nirxandiye û li ser wî bingehî:

1- Bihêzkirin, pêşxistin û siberoja Hevpeymaniya Ked û Azadiyê

2- Jibo hêzên ku piştgiriyê didin çîna karker û kedê û alîgirê Aştî û Demokrasiyê di parlementoyê de nûnertiya xwe hebin, li ser lîsteya Partiya Çep a Kesk bi berbijêrên xwe emê beşdarî hilbijartinan bibin. Emê bi hevre bi serbikevin û xelkê biserbikevin!”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst