Mamosteyên girêbest daxwaza tayinkirinê dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Hejmarek mamosteyên girêbest ji navçeyên cuda yên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê hatine pêşiya Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê li Enqerê daku pirsgirêkên xwe bînin ziman. Piraniya wan  salên dûr û dirêj in  li dibistanan kar dikin, lê hîn nehatine damezrandin.

Ji hikumetê daxwaz dikin ku  îsal 10 hezar  ji wan bêyî şertûmerc dema  karkirinê li ber çavan bigire û wan damezrîne.

Serokê Komeleya Hevgirtina Mamosteyên Girêbest Levent Atasoy dibêje “Rewşa me ya damezrandinê rewşek taybet e. Divê li gor prîmên bîmeyê damezrandin bê kirin. Em  li vir bang li aliyên karbidest dikin bila êdî guh li dengê me bibin. Hevalên me mexdûr in. jixwe bi salan e em di şertûmercên zehmet de kar dikin. Em gelek li benda damezrandinê man, êdî kî guh li dengê mamosteyên girêbest bibe dilê me dê ligel wan be.”

Mûçeyê wan di navbera 3 heta 6 hezar lîreyên tirkî de  ye ku nagihe  mûçeyê kêmane.

Di şertûmercên xirab ên aborî de nikarin bi wî pereyî  debara xwe bikin.

Dixwaza wan ew e  başkirinek di mûçeyê de wan de jî bê kirin.

Mamoste Çigdem Akyuz got "Bawer bikin ez hinek caran 3 hinek caran 4 hezar lîre werdigirim. Herî dawî jî min 5 hezar 500 lîre mûçe wergirt. Ji ber ku ez 24 demjimêran beşdarî waneyan dibim. Dibistanan dibin alîkar û ji 22 demjimêran dikin 24 demjimêr lê bi vî awayî em ne dikarin xanenişîn bibin, ne jî dikarin pêdiviyên xwe dabîn bikin. Gelek kêm e û ev 10 sal in ez kar dikim.”

Li gor zanyariyên sendîkayên perwerdê li seranserê Bakurê Kurdistan û Tirkiyê derdora 500  hezar mamoste li benda damezrandinê ne.

Nêzîkî 80 hezar ji wan jî weke mamosteyên girêbest di şertûmercên zehmet de kar dikin û  li bendê ne  ku bi damezrandineke taybet bên damezrandin daku heqê keda xwe biedestbixin.