Pêşî zaroka xwe kuşt û paşê agir beda xanî

29-03-2023
RÛDAW
Nîşan Denizli Zarok Xeniqandin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Merkezefendi ya Denîzliyê di mala ku şewat derket de cenazeyê pitikeke 1 salî ya bê can hat dîtin. Dayika ku xwe radestî polîsan kir li xwe mikur hat ku wê pitika xwe kuştiye û piştre jî agir bedaye xanî.

Welatiyên ku dîtin dûman ji qata duyemîn a apartmaneke li taxa Saraylar derdikeve, agahiya polîs, tendirustî û îtfaiyeyê pê xistin.

Tîmên agirkuj ên ku hatin cihê bûyerê bi lez û bez agir vemirandin. Di lêkolîna ku di malê hat kirin de hat tesbîtkirin ku Zeynep A. ya 1 salî jiyana xwe ji dest daye.

Mehmet A. (53) ê ku di dema şewatê de ji malê derket di îfadeya xwe de diyar kir ku hevjîn û keça wî beriya razê li televîzyonê temaşe kirine, û dema radiza agir derketiye û dema ku dûman dîtiye xwe avêtiye derve.

Hate hînbûn ku dayik Hîlal A (40) ya ku piştî şewatê çû qereqolê û teslîm bû, di îfadeya xwe de diyar kir ku hevserê wê ew neçarî fuhuşê kiriye ji ber vê yekê keça xwe xeniqandiye piştre malê daye ber agir û reviyaye.

Li ser vê yekê Hîlal A hat desteserkirin, der barê bûyerê de lêpirsîneke berfireh dan destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst