Muxtarê ku 4 kes kuştin: Hêzek ket bedena min, kontrol ne di destê min de bû

Hewlêr (Rûdaw) - Muxtar Ahmet Salîh Belgîner ê ku li Kartala Stenbolê li buroya hiqûqê ya ji bo nîqaşkirina mijarên mîrasê hatin cem hev 4 kes kuşt û 1 kes jî bi giranî birîndar kir di parastina xwe de got “Beriya bûyerê hêzek ket bedena min. Min ferq nekir ka ez çi dikim. Kontrol ne bi min re bû.”

Rûniştina ku li 12. Dadgeha Cezayê Giran a Anadoluyê hat dîtin, bersûcê girtî Ahmet Salîh Belgîner, gilîkar Arzu Onat û parêzerên aliyan beşdar bûn.

Dozgerê Komarê yê ku di danişîna berê de nêrîna xwe da, xwest ji bersûc Ahmet Salih Belginer re 4 caran cezayê heta hetayê û heta 15 salan cezayê girtîgehê bê birîn.

Bersûcê girtî Ahmet Salih Belginer di parastina xwe ya dawî de got “Ji ber ku ez rastî bûyerek wiha hatim ez pir xemgîn im. Pir bi ser min de hatin. Beriya bûyerê hêzek ket bedena min. Min ferq nekir ka ez çi dikim û fem nekir. Kontrol ne bi min re bû. ez daxwaza beraat û berdana xwe dikim.”

Heyeta dadgeha ku biryara xwe eşkere kir ji ber Belgîlerê ku Haluk Onat, Kebire Esra Aymutlu, Ayşe Ece Aymutlu ve Ahmet Nuri Onat kuştin ji sûcê 'Kuştina bi zanebûn a bi plan' re 4 caran cezayê heta hetayê lê birîn.

Dadgehê herwiha biryar da ku ji bersûc Ahmet Salîh Belgîner re bi îdiaya 'hewldana kuştina bi qestî ya Arzu Onat'ê 14 sal cezayê girtîgehê bê birîn.