Paketa nû ya darazê li parlamentoya Tirkiyê hat qebûlkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Paketa nû ya darazê li Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyê hat qebûlkirin.

Piştî guhertinên nû, ew cezayên li dayikên ku zarokên wan bi nexweşiyeke giran weke penceşêrê ketine hate birrîn, dê were paşxistin. Eşyayên şexsî yên endamên malbatê û hemû eşyayên malê yên ku xizmeta hevpar a malbatê dikin dê neyên hecizkirin. Bi vê pêşnûmeya nû biryara hecizkirinê tenê  "piştî erêkirina dadger" dikare were cîbicîkirin.

Hin xalên girîng ên pêşnûmeyê wiha ne:

- Ji ber nexweşiya zarokan cîbicîkirina cezayê mehkûmeke jin dikare heta salekê were paşxistin; dema paşxistinê dikare heta çar caran were dirêj kirin, ku bi mercê her carê ji şeş mehan derbas neke.

-Kesên ku ji ber bikaranîna madeyên hişber hatine girtin, dê beşdarî bernameyên dermankirin û rehabîlîtasyonê bibin.

- Cezayê çêkirina madeyên hişbir û bazirganiya madeyên hişber ên sentetîk dê bi qasî ji sedî 50 were zêdekirin.

- Sînorê herî kêm ê cezayê qaçaxçîtiya koçberan ji 3 salan bo 5 salan tê zêdekirin.

- Ji parêzerên ku nû dest bi pîşeya xwe kirine 5 sal in ewil heqê baroyê nayê standin.

-Bi qanûnê re ji bo hin serlêdanên takekesî yên li Dadgeha Destûra Bingehîn dikarin serî li Komîsyona Qerebûyê bidin.