MHP dê bi lîsteya xwe bikeve hilbijartina parlamentoyê

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neweperest (MHP) Devlet Bahçelî ragihand ku partiya wan dê bi amblem û namzedên xwe bikeve hilbijartina parlamentoyê.

Hilbijartinên serokomarî û hilbijartinên xula 28emîn ên parlementoya Tirkiyê ku dê di 14ê Gulanê bên kirin.

Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî destnîşan kir ku ji hilbijartinên serokomarî û parlamentoyê re 47 roj mane.

Bahçelî ku partiya wî hevpeymanê AKPê ye, da zanîn ku di hilbijartinên parlamentoyê de MHP dê li hemû herêmên hilbijartinê bi amblem xwe û namzedên xwe yên parlamentoyê beşdar bibe û got: “Di encamê de jî dê serkeftina ku li bendê ye teqez bi dest bixe. Hewl ji me û mirad ji Xwedê ye. Xebat ji me û mikafat ji gel e.”