Parlamenterê ÎYÎ Partiyê yê Stenbolê ji partiya xwe îstîfa kir

29-03-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamanterê ÎYÎ Partiyê yê Stenbolê Yavuz Agiralîoglu ku li dijî berbijêrbûna Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu bû, ji partiya xwe îstîfa kir.

Parlamanterê ÎYÎ Partiyê yê Stenbolê Yavuz Agiralîoglu ku li dijî berbijêriya Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ya bo postê Serokkomariyê bû, roja Sêşemê 28ê Adara 2023an ji medyaya Tirkiyê re ragihand ku ew dê ligel Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşener bicive û ji partiya xwe îstifa bike.

Piştî belavbûba vê nûçeyê Berdevkê ÎYÎ Partiyê Kurşad Zorlu ragihand ku civîna Yavuz Agiralîoglu ya ligel Akşener hatiye hilweşandin.

Yavuz Agiralîoglu bixwe jî piştî vê daxuyaniyê bi awayek fermî ji ÎYÎ Partiyê îstîfa kir û daxwaznameya xwe ji ÎYÎ Partiyê re şand.

Berpirsê Karûbarên Hilbijartinê yê ÎYÎ Partiyê û Serşêwimendê Meral Akşener jî piştî îstîfaya Yavuz Agiralîoglu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir û got: “Piştî 46 roj din birêz Kemal Kiliçdaroglu dibe Serokkomar û ÎYÎ Partî dê bibe desthilat. Em dê li pişt wan biryarên hatine dayîn û Seroka me ya Giştî birêz Meral Akşener bin. Bila gumana we nebe û em dê dîrokê binivîsin.”

Parlamenterê ÎYÎ Partiyê Yavuz Agiralîoglu ku bi helwêsta xwe ya nijadperest naskiriye,  piştî   destnîşankirina Kemal Kiliçdaroglu wek berbijêrê Hevpeymaniya Millet ku partiya wî duyem partiya herî bihêz a wê hevpeymaniyê ye, nerazîbûn nîşan dabû û li dijî berbijêriya Serokê CHPê derketibû.

Serokê CHPê piştî ragihandina berbijêriya xwe,  ligel HDPê jî civînek saz kiribû.  Yavuz Agiralîoglu li ser vê nêzîkbûna CHPê û HDPê jî rexne li partiya xwe û Hevpeymaniya Millet girtibûn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst