Buldan: Berî Remezanê alîkariyê bidin 12 milyon malbatên hejar

29-03-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  Pervîn Buldan bi helkefta destpêkirina meha Remezanê ji bo dabeşkirina alîkariyan li ser xelkê hejar bang li desthilata Tirkiyê kir û got:  “Werin berî ku Remezan destpêbike em 5 hezar lîre alîkarî bidin 12 milyon malbatên hejar û kêmdahat.”

Hevseroka HDPê Pervîn Buldan îro 29ê Adara 2022ê di civîna firaksiyona partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyê de, derbarê pêşhatên dawî ên li Tirkiye, navçe û cîhanê de axivî.

Buldan derbarê rewşa xirab a aboriya Tirkiyê de rexneyên tûnd li desthilatê girtin û got : “Desthilatê bo dewlemendan garantiya sûdê, bo mûtahîtan garantiya rê û piran dide, lê li ser gel hejariyê ferz dike. Rastiya sîstema wan ev e.”

Hevseroka HDPê bi armanca dabeşkirina alîkariya li ser xelkê hejar di meha Remezanê de ku ew meh bi destpêka meha Nîsanê destpêdike, bang li desthilatê kir û got: “Werin berî ku Remezan destpê bike em 5 hezar lîre alîkarî bidin 12 milyon malbatên hejar û kêmdahat.”

Buldan wiha axivî: “Ez ji vir careke din bang dikim. Werin em berî Remezanê, parlamentoyê bi awayekî bandor bidin kar kirin û mûçeyê kêmane ku dihele, careke din destnîşan bikin ku grûba me  bo destnîşankrina mûçeyê kêmane wek her 3 meh carekê, projeyasayek jî pêşkêş kiriye. Werin em vê projeyasyê di parlamentoyê de pesend bikin. Werin em demildest  mûçeyê herî kêm yê xanenişînan bînin asta mûçeyê kêmane. Werin em demildest baca li ser petrol, veguhastin û ragihandinê rakin. Werin em di çarçoveya bernameya piştgiriya Remezanê de, 5 hezar lîre alîkariyê  bidin 12 milyon malbatên hejar û pêdivî.”

Ev di demekê de ye ji ber daketina nirxê lîreyê Tirkî li beramber dolar û diravên biyanî rojane nirxê kelûpel û pêdiviyên sereke li bazarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tê bihakirin û hêza kirîna pereyê tirkî rojbiroj kêm dibe. Li gor amarên hikûmetê rêjeya enflasyonê li Tirkiyê ji sedî 54 e,  lê saziyên serbixwe û opozîsyon dibêjin ew rêje zêdeyî ji sedî sed e. Hikûmeta Tirkiyê bi destpêka sala 2022ê mûçeyê kêmane derdora ji sedî 50 zêde kir, lê ji ber bilinbûna rêjeya enflasyonê û daketina nirxê lîreyê Tirkî ew zêdebûn berî ku bikeve berîka welatiyan di çend mehan de heliya.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst