Gotûbêjên Moskow û Kyivê li Stenbolê destpê dikin

29-03-2022
RÛDAW
Nîşan Rûsya Ukrayna Danûstendin Stenbol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şandên danûstendê yên Rûsya û Ukrayna gihştin bajarê Stenbola Tirkiyê. Biryare îro û sibe li koşka Dolmabahçe ya Serokkomariya Tirkiyê ya li Stenbolê li ser rawestandina şer gotubêjan bikin.

Li bajarokê Straimixalivkaye li Komara nenaskirî ya Donetsk, ku bi Komara Luhansk re herêma Donbas a rojhilatê Ukraynayê pêk tînin.

Naskirina serxwebûna her du komaran yek ji şert û mercên sereke yê Moskovê ye ji bo bidawîanîna şer, ku di tevahiya gotûbêjên di navbera her du aliyan de bi tundî hatiye gotûbêjkirin û bûye girêka serekî ya pêkanîna aştiyê.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky got, "Ez fêhm dikim ku Rûsya wê bi temamî dest ji herêma Donbasê bernede. Ev dê ber bi Şerê Cîhanê yê Sêyemîn dibe; Ez vê yekê fêm dikim. Ji ber vê yekê ez dibêjim; werin em bi hev re pirsgirêka Donbasê çareser bikin."

Ev axaftinên Zelensky dibe, ku hanekê bide gotûbêjên rasterast ên her du şandên Rûsya û Ukrayna li Stenbolê yên bi navbeynkariya Tirkiyê û hêsankariyê ji bo civîna di navbera serokê her du aliyan de bike.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got, “Serokê Rûsyayê dibêje, ti carî ne li dijî hevdîtina bi Serok Zelensky re ye, lê pêwîst e civîn bi başî bê amadekirin û bi cidî behsa mijarên sereke bê kirin."

Yekem civîna her du aliyan di 28ê meha borî de hat lidarxistin û heta niha 4 xulên rûniştinê û civînek di navbera wezîrên derve yên her du welatan de hatiye kirin; lê ji bilî vekirina rêyên mirovî, ti encamên girîng nebûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst