YSK: Ji bo ewlehiya hilbijartinan hemû tedbîrên pêwîst hatine pêkanîn

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê (YSK), Sadi Guven ragihand, ji bo hilbijartinên şaredariyan ku biryar e di 31ê Adarê bên encamdan, wan hemû tedbîrên ewlekariyê girtine ber, daku ew prose bi awayekê serkeftî birêve biçe.

 

Sadî Guven duh Pêncşemiyê ji ajansa fermî ya dewleta Tirkiyê, AA re daye xuyakirin ku xala 79an a yasaya bingehîn, maf dide YSKê ku hilbijartinan bi pergal bike.

 

Guven herwiha gotiye, ji bo her sindoqeke 7 kes hatine diyarkirin ku ew heft kes ji serok û fermanberên desteya bilind a hilbijartinan û herwiha nûnerên aliyên siyasî pêk hatine.

 

Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê herwiha destnîşan kiriye ku kesên ser sindoqên dengdanê dê encamên destpêkê yên binkeyên xwe ragihînin û giliyên li ser sindoqan werbigirin.

 

Biryar e di 31ê vê mehê de hilbijartinên şaredariyan li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê bên lidarxistin.

 

Li gor daneyên Desteya Bilinda a  Hilbijartinan, di vê gera hilbiajrtinan de li Tirkiyê, dê zêdetir ji 57 milyon dengder li 194 hezar û 390 sindiqon dengê xwe bikar bînin.

 

Di van hilbijartinan de herwiha milyonek û 156 hezar kes jî ku ji nû dibin 18 salî, dî bo cara ewil herin ser sindoqên dengdanê û dengê xwe bikar bînin.