Navenda Nûçeyan - Serokomarê Tirkiyê yê berê Abdullah Gul derbarê bilindkirina alaya Kurdistanê li bajarê Kerkûkê de got, ew yek ji bo yekîtiya neteweyî û pekvejiyana turkmen, ereb û kurdan dibe metirsî.
Serokkomarê Tirkiyeyê yê berê Abdullah Gul li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê biryara bilindkirina Ala Kurdistanê ya li ser sazî û dezgehên Kerkûkê de daxuyanî da.
Abdullah Gul li hemberî li hember bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê derket û got: “Bilindkirina alaya Birêveberiya Herêmî ya Kurdistana Iraqê li kêleka alaya Iraqê li Kerkûkê, yekîtiya neteweyî û pekvejiyana turkmen, ereb û kurdan tehdîd dike."
Li gorî îdiayên Gul bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê destûra bingehîn a Iraqê binpê dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse