GIŞTPIRSÎ/MÊRDÎN – Esnaf bûne 3 beş: Na, erê û baykot

29-03-2017
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Mêrdîn
Mêrdîn
Nîşan Giştpirsî Referandûn Mêrdîn
A+ A-

Mêrdîn (Rûdaw) - Bajarê Mêrdînê ku weke bajarê pêkvejiyanê tê naskirin, ji giştpirsiya 16ê Nîsanê ya guhertina makezagonê re amade ye. Partiyên siyasî bi reklam, afîş, û alên xwe hewl didin ku dilê xelkê li gorî helwesta xwe xweş bikin. 

 

Ji ber ku bajarê Mêrdînê bajarekî geşt û gûzariyê ye, herî zêde esnaf li ser giştpirsiyê disekinin. Her dikandarek dê li gorî nêrîna xwe deng bi kar bîne. 

 

Mihemed Azîzoglu jî yek ji wan dikandaran e ku dê di giştpirsiyê de bibêje Erê. Ew erebekî Mêrdînê ye û di wê baweriyê de ku tenê biserketina dengê Erê dikare bajarê Mêrdînê di hêla aboriyê de geş bike û Tirkiye jî bi hêz bibe. 

 

Dikandarekî Mêrdînê yê bi navê Mihemed Azîzoglu ji Rûdawêre wiha got: “Ger em ji bo Mêrdînê bibêjin, li vir kar kêm e. Dê li vir aramî çêbibe, kar zêde bibe. Xelk dê hev bigre, aramî çêbe û Tirkiyeyeke mezin çêbe. Ereb û kurd dê bi hev re baştir bijîn. Li vir Ereb hene, Sûryanî hene, Kurd hene, ermenî hene. Em dixwazin êdî aramî bê. Ji ber vê yekê jî em dibêjin Erê.”

 

Şerafedîn Aslan jî kurdekî Mêrdînê ye. Ji aboriyê zêdetir ew dê ji ber nêrîna xwe ya siyasî dengê Na bi kar bîne. Li gorî Aslan, erêkirina vê guhertinê, di heman demê de erêkrina polîtîkayên dewletê ya li ser kurdan e. Ji ber vê yekê ew ê dengê Na bi kar bîne. 

 

Şerafedîn Aslan jî got: “Ji bo kurdekî weke Mêrdînê herî serî de Nisêbîn talan bû. Ji bo Cizîr, Şirnex û Sûrê, gelek tişt ji bo kurdan hene bibêjin na. Weke dayika Taybet ku heftiyekî laşê wê li erdê ma, weke zarokê ku di zikê diya xwe de hate kuştin, weke diya ku zarokê xwe heftiyekî di dolaba cemedê de hişt, wek qetlîama ku 72 însan di bodrûmekî de hatin kuştin û ji bo bûyerên wiha cur be cur em dibêjin na.”

 

Li Mêrdîn û navçeyên wê kesên ku dê giştpirsiyê protesto bikin û neçin ser sandoqan jî hene. Şêxmûs Cûcî ku li Qosera Mêrdînê dikaneke telefonan dide xebitandin, dibêje CHP jî AK Partî jî ji derdê kurdan re nabe derman. Ji ber vê yekê ew dê hilbijartinê boykot bike. 

 

Dikandarê Qosera Mêrdînê Şêxmûs Cûcî jî wiha axivî: “Ji bo gelê me yê kurd di wan madeyan de tu tiştekî tune ye. Ji ber ku ji bo kurdan tiştekî tune ye, em ê protesto bikin, boykot bikin. Em naçin ser sandoqê. Em êdî ji sandoqê jî tirsiyan e. Ger tiştekî ji bo min di vê sandoqê de tunebe, ez nabêjim erê.” 

 

Li bajarê Mêrdînê nêzî 400 hezar hilbijêr hene. Dikandar beşeke girîng a hilbijêran in ku dikarin li ser civakê jî bandor bikin. Ew ne yekdeng in û bi 3 aliyan dabeş bûne.  

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst