Rewşenbîrên kurd: Erdogan li Amedê tiştên nû negot

29-03-2014
RÛDAW
Erdogan
Erdogan
Nîşan AKP BDP Hilbijartin
A+ A-

 

Amed (Rûdaw) - Di çarçoveya xebatên Hilbijartinên Herêmî yên 30'ê Adarê yên Tirkiyê de, Ak Partiyê mîtîngên xwe yên dawî li Bakûrê Kurdistanê li bajarên Wanê û Amedê pêk anî.

 

Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di hilbijartinên herêmî de ji ber ku dixwaze bajarê Wanê û Amedê ji destê BDP'ê bistîne mitîngên xwe yên dawî li van bajaran pêk anî.

 

Erdogan ji ber ku dengê wî ketibû axaftina xwe nekarî dirêj bike.

 

Serokê giştî yê AKPê Erdogan di mitîngê de li ser mijara aştî  û çareseriyê tiştên nû negotin û ev yek jî ji aliyê rewşenbîran ve hate rexnekirin.

 

Naveroka axaftina Erdogan ji aliyê bersivdana pêdiviyên Bakûrê Kurdistanê jî wekî axaftinek qels hate dîtin. Ev yek jî gorî rewşenbîran dûbareya axaftinên her car yê Serokwezîr hate dîtin.

 

 Di hibijartinên herêmî yên dawî de 2009'an de DTP'ê ku BDP wekî dewama wê tê dîtin li Amedê ji %59.4 deng wergirtibû û Ak Partiyê jî ji %31.5 deng wergirtibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst