Dadgeha Cezayên Giran dê derbarê Gultan Kişanakê biryara dawî bide
Hewlêr (Rûdaw) - 22emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqerê dê derbarê azadkirin an jî berdewamiya girtîbûna Gultan Kişanakê biryara xwe sibe bide.
Li gorî yasayên Tirkiyeyê Namzeda Şaredariya Bajarê Mezin a Enqerê ya DEM Partiyê Gultan Kişanakê cezayê xwe temam kiriye û divê ji zindanê derkeve lê heta niha jî girtî ye.
22emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqerê dê sibe derbarê Gultan Kişanak biryarê bide.
Gultan Kişanak 7 sal in di girtigehê de ye û tê çaverêkirin Kişanak vê rûniştinê bê berdan.
Li gorî yasayê dema girtîbûnê herî zêde wek 2 sal hatiye diyarkirin lê di dozên ku dikevin çarçoveya Yasaya Rûbirûbûna Terorê de ev dema girtîbûnê herî zêde 5 salên din jî tê dirêjkirin.
Wate ji ber Kişanak 7 sal û 4 meh in girtiye divê beriya 4 mehan bihata azadkirin.
Parêzerê Kişanakê amaje bi wê yêkê kir ku dadgeh divê li gorî yasayê tevbigere û biryara azadkirina Kişanakê bide.
Gultan Kişanak ji sala 2016an ve hatiye girtin û bi binpêkirina 30 madeyên yasaya cezayan a Tirkiyeyê tê tohmetbarkirin.
Tê îdiakirin ku ji ber twîteke Kişanakê 38 kesan canê xwe ji dest daye û ew berpirsê mirina wan 38 kesan e.