Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Enqereya paytexta Tirkiyeyê li gel şandeyeke Hemasê civiya.
Serokayetiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê ragihand ku Recep Tayyîp Erdogan li Koşka Serokkomariyê Serokê Meclisa Şuraya Hemasê Mihemed Derwişî û şandeya pê re civiyaye.
Di civînê de Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Serokê Saziya Îstixbareta Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin, Serokê Ragihandina Serokkomariya Tirkiyeyê Fahrettîn Altun û çend berpirsên din ên Hikûmeta Tirkiyeyê amade bûn.
Derbarê naveroka civîna li gel berpirsên Hemasê de ti zanyarî nehatin dayîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse