Encamên rapirsiya dawî eşkere bûn: Li Stenbolê kî li pêş e?

29-01-2024
RÛDAW
Nîşan Şaredariya Stenbolê Murat Kurum Ekrem Îmamoglu DEM Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Encamên rapirsiya herî dawî ya ku Kompanyaya Lêkolînê ya Metropollê ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê kiriye bi raya giştî re hatin parvekirin.

Ji beşdaran pirsa “Eger berbijêrên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê di hilbijartinên herêmî yên bên de wiha bin, hûn dê dengê xwe bidin kîjanî?” hat pirsîn.

Ji sedî 41,6 ê beşdarên rapirsiyê got ku ew dê dengê xwe bidin berbijêrê CHPyê Ekrem Îmamoglu û ji sedî 38,0 jî dengê xwe bidin berbijêrê AK Partiyê Murat Kurum.

Îmamoglu bi 3,6 puanan li pêş e

Li gorî rapirsiyê Ekrem Îmamoglu bi 3,6 puanan pêşiya Murat Kurum e.

Herwiha di rapirsiyê berbijêrên DEM Partî û ÎYÎ Partiyê jî ji beşdaran hatin pirsîn.

Li gorî vê yekê berbijêrê DEM Partiyê ji sedî 5,6 û berbijêrê ÎYÎ Partiyê ji sedî 2,9ê dengan werdigirin.

Rêjeya kesên ku gotine “Fikra min nîne/bersiv nîne” ji sedî 11,9 bû.

Rapirsî di navbera 12-15 Kanûna Paşîna 2024an de bi hezar û 565 kesan re hat kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst